Hosteyê gopalan: Bi destan gopalan çêdike û difroşe

Hêj bi destan gopalan çêdike û difroşe

Hosteyê gopalan: Bi destan gopalan çêdike û difroşe

Hamza Bozkurt ji Yûksekovaya Hakkariyê ye. hamza hoste li gundê sînevayê bi salan e bi destan ku gopalan çêdike. ev kar ji bapîrê xwe hîn bûye û digel pêşveçûna teknolojiyê karê xwe bi keda destê xwe didomîne.

Bi pêşveçûna teknolojiyê gelek kar an winda dibin an jî yên wan karan dikin kêm dibin.

Ji van yek jî hostetiya gopalan e. Hamza Hoste jî li Yüksekovayê li gundê Sînevayê di dikana xwe de gopalan çêdike.

Hamza Hoste ev kar di 6 saliya xwe de ji bapîrê xwe hîn bûye û hêj gopalan çêdike.

Her çiqas karê wî kêm bûbe jî Hamza Hoste li ser înternete sparîşan digre, ji mişteriyan re gopalan çêdike û dişîne.

Tevî hemû astengiyan Hamza Hoste ji bo ev kar berdewam bike li ber xwe dide.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE