Hosteyê ji Elazığê berhama Xarpêtê ya 4 hezar salî li ser axşapê neqiş kir

"Vê xebata min mehekê ajot. Bi piştgiriya Şaredarê Elazığê Şahîn Şerîfogullari ez hewl didin tiştên herêma me li ser axşap xêz bikim. Di vê mijarê da xebatên me dewam dikin.

Hosteyê ji Elazığê berhama Xarpêtê ya 4 hezar salî li ser axşapê neqiş kir

 Fatih Bakirê hostayê axşapê berhema dîrokî ya ku li Xarpêta taxa Elazığê ya di Lîsteya Mîratên Berwext a Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire hatibû dîtin li ser axşapê neqiş kir.

Ekîba Midûriya Dezgehê Daristanê yê Elazığê di 3yê Gulana 2016an da dema li taxa Xarpêtê li nêzîkî Daristana Newrozê xebatên kolandinê dikir berhemeke 4 hezar salî dît. Ev berhema bilindahiya wê 2 mêtro û 72 santêm, berahiya wê jî 2 mêtro û 25 santêm û wek 5 perçeyan hat dîtin ji hosteyê axşapê Fatîh Bakir ra bû mînak ku ew vê berhemê li ser axşapê xêz bike.

"Min bi kêfxweşiyeke mezin çêkir"

Bakir got ew ji 14 saliya xwe vir va bi vê hunerê ra eleqedar e, hewl dide balê bikşîne ser berhemên dîrokî.

Bakir got ew 10 sal e jî li ser axşapê neqşan çêdike, bi wereqê va dixemilîne û wiha dewam kir: "Min vê berhema Xarpêtê ya 4 hezar salî li ser axşapê neqiş kir. Min bi kêfxweşiyeke mezin çêkir. Min ewil neqş li ser axşapê xêz kir, paşê qewart û paşê jî weraq kir."

Bakir got wî hemû hurgiliyên vê berhema dîrokî li ser axşapê çêkiriye û wiha pê da çû: "Vê xebata min mehekê ajot. Bi piştgiriya Şaredarê Elazığê Şahîn Şerîfogullari ez hewl didin tiştên herêma me li ser axşap xêz bikim. Di vê mijarê da xebatên me dewam dikin. Ezê berhemên ku ez çêdikim zêde bikim û pêşangehekê vekim."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE