Hosteyê keviran

Bi kevirên bazalt peyker û aşên destan çêdike

Hosteyê keviran

Ehmed Hoste ji Sivereka Şanlıurfayê ye. Ehmed Hoste 45 salan bi keviran xanî û kergeh çêkirine. Piştî ku extiyar bûye dev ji çêkirina xaniyan berdaye. Niha bi kevirên bazalt peyker û aşên destan çêdike.

Ehmed Hosteyê Siverekî bi keviran gelek xanî û kargeh çêkirine.

Ev kar ji bavê xwe hîn bûye û li Sivereka Şanlıurfayê bi qasî 45 salan bi hostetiya keviran debara xwe kiriye.

Dibêje berê li Siverekê gelek hosteyên Ermen ên keviran hebûn. Bavê wî jî ev kar ji hosteyekî Ermen hîn bûye.

Ehmed Hoste piştî ku extiyar dibe dev ji çêkirina xaniyan berdide û êdî peyker û aşên destan çêdike.

Hosteyê Siverekî dibêje ger nifşên nû hînî vî karî nebin îxtimal heye ku ev mesleg winda bibe. Ji bona ku ev meslekê qedîm neyê ji bîrkirin çi ji destê wî tê dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE