Bi bendava İlisuyê li Hesenkêfê gol çêbû, ev yek jî bû derfeta karên nû. Ferit ekinê Batmanî jî ku li İstanbulê hînî çêkirina şikev/tekneyan bûbû, vegeriya memleketê xwe û ji xwe re dikan vekir
Li Tûzlaya İstanbulê di çêkirina keştiyan de xebitî.
Hînî çêkirina şikevan jî bû û debara xwe pê kir.
Ferit Ekinê Batmanî, piştî ku bi bendava İlisuyê herêma Hesenkêfê di bin avê de ma, vegeriya memleketê xwe.
Ji xwe re kargehek vekir û dest bi çêkirina şikevan(tekne) kir.
Ew ji bo mişteriyên xwe şikevên bi her awayî çêdike, mişterî jî jê memnûn in.
Ferit Ekin dibêje: “Ji vê û pê de wê zêdetir hewcedariya welatiyan bi şikevan çêbibe”