Hûrgiliyên operasyona MÎTê ya li Şengalê derketin holê

Hesen Seîd Hesenê qaşo rêvebirê PKKya rêxistina terorê ku di encama operasyona li bakurê Iraqê da hatibû berterefkirin berî operasyonê bi rêvebirên payebilind ên rêxistinê ra hatibû bal hev.

Hûrgiliyên operasyona MÎTê ya li Şengalê derketin holê

Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) di rojên borî da li Şengala bakurê Iraqê di operasyona bir serî da Hesen Seîd Hesenê qaşo berpirsê giştî yê YBŞya ku li Şengalê wek baskê PKKya rêxistina terorê dixebitî berteref kir û derket holê ku Hesen berî operasyonê bi rêvebirên payebilind ên rêxistinê ra hatiye bal hev.

MÎT ev demeke dirêj e Hesen Seîd Hesenê bi kodnavê "Seyîd" ku qaşo berpirsê giştî yê YBŞê ye û li Şengala di bin dagirkeriya PKKya rêxistina terorê da ye dixebitî dişopand û bi operasyona cîbicî va ew berteref kir.

Xeber hat ku ew bi qaşo berpirsên payebilind ên PKKya rêxistina terorê ra li Şengalê hatiye bal hev û li ser vê agahiyê operasyon dest pê kir. Di operasyonê da li wesayîta ku Hesen tê da bû hat xistin. Wêneyên ku ji operasyonê ne û wesayîta hatibû berterefkirin jî nîşan didan derketin holê.

- MÎTê ji nêz va ew dişopand

Hesenê ku bi komên dixwestin li ser şêniyên Şengalê bibin xwedî gotin ra hevkarî dikir û ji bo zordestiya li ser Êzdiyan navbeynkarî dikir ji alî MÎTê va ji nêz va dihat şopandin.

Terorîst Hesen çek û cebilxaneyên rêxistinê sewq dikir, endamên rêxistinê yên ber bi Iraq û Sûriyeyê va diçûn û dihatin organîze dikir û hewl dida zarokên Êzdî tevlî PKKya rêxistina terorê bibin û ji bo perwerdekirina wan a rêxistinî plan amade dikir û dixebitî.

Hat tespîtkirin ku Hesen endamê qaşo rêvebirina PKK/KCKyê bû û li Iraqê jî ji ber kar û xebatên cudaxwaziyê ji bo bê qefaltin lê digeriyan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE