HSKyê 17 hakim û dozgerên din jî ji kar îxrac kir

Lijneya Giştî ya HSKyê 17 hakim û dozger ji ber ku eleqeya wan bi FETOyê ra heye, îxrac kir

HSKyê 17 hakim û dozgerên din jî ji kar îxrac kir

Lijneya Giştî ya Hakim û Dozgeran (HSK) 17 hakim û dozger ji ber ku eleqeya wan bi Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ra heye, ji wezîfeyê îxrac kir.

Di civîna îro ya Lijneya Giştî ya HSKyê da mijara hakim û dozgerên ku eleqeya wan FETOyê ra hene, hat axaftin.

Piştî lêkolîn û axaftinê biryar hat dayîn ku 17 hakim û dozgerên eleqeya wan bi FETOyê ra hene ji kar bên îxrackirin.

Piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmeha 2016an a FETOyê HSKyê ji 4 hezar û 500î zêdetir hakim û dozger ji kar avêtibû.

Kesên ku ji wezîfeyê hatine îxrackirin ev in:

"Dozgerê Rojhilat ê Enqereyê Ferhat Sarikaya, Dozgerê Komarê yê Mersînê Îdris Turgut, Hakimê Stenbolê Caner Kahraman, Hakimê Manavgatê Feyza Temîzkan, Hakimê Gebzeyê Lokman Kambur, Hakimê Şanliurfayê Yakup Tatli, Endama Mehkemeya Îdareyê ya Erziromê Sumeyra Anuk, Dozgerê Komarê yê Edeneyê Mustafa Îbrahîm Kenanoglu, Dozgerê Komarê yê Ilgazê Habîp Nîşanci, Endamê Mehkemeya Bacê ya Stenbolê Sayit Dedebali, Hakimê Yataganê Ergul Bala, Endamê Mehkemeya Îdareyê ya Enqereyê Sumeyra Suphandagi, Hakima Edeneyê Ayşe Atalay, Hakimê Gazîentabê Mahmut Yaşar, Endama Mehkemeya Îdareyê ya Mêrdînê Tuba Şule Kiziltoprak, Dozgerê Komarê yê Germencîkê Onur Kaya, Dozgerê Komarê yê Çatalcayê Muhammed Emin Yeler."

Hat gotin li ser têlefon, alavên dijîtal û qeydên ByLockê hatine lêkolînkirin û piştî van lêkolîn, îfadeya û lêpirsîna hakim û dozgeran ev biryar hatine dayîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE