Hêsrên çavê dayika ewladê wê revandin çiyê 7 sal e nasekinin

Dayika dilşewat bi wêneyê ji kurê wê maye xwe aş dike û dixwaze ku hemû malbat piştgiriyê bidin wan.

Hêsrên çavê dayika ewladê wê revandin çiyê 7 sal e nasekinin

Salîha Merta 7 sal berê endamên rêxistina terorê kurê wê li Îstanbulê xapandin û revandin çiyê ji wê rojê vir da li resma kurê xwe mêze dike û hêsran dilorîne.

Li Vanê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandiye serê çiyê û HDPyê wek berpirsê vê yekê dibînin ji 27ê sibatê vir da her hefteyê li pêşiya avahiya bajêr a partiyê çalakiya rûniştinê dikin ku dengê xwe bigihînin.

Salîha Merta ji Tatvana Bitlisê hat û beşdarî çalakiya dayikan bû xeyal dike ku bigihîje ewladê xwe yê di 17 saliya xwe da li Îstanbulê hat revandin.

Dayika dilşewat bi wêneyê ji kurê wê maye xwe aş dike û dixwaze ku hemû malbat piştgiriyê bidin wan.

 "Zarokên me ji me kirin"

Dayika ku vê heftê beşdarî çalakiyê bû û lenet li PKKya rêxistina terorê û endamên wê anî dixwaze dengê wê bigihîje ewladê wê.

Mertê destnîşan kir ku ewladê wê ji alî HDPê va hatiye revandin û teslîmî PKKê hatiye kirin û wiha domand: "Kurê min biçûk bû û ez li her derê lê geriyam. HDPyiyan ji min ra gotin ku ketiye avê û xeniqiye. Min cesedê wî xwest, nedan. Ez tu car bêhêvî nebûm û hê jî lê digerim. Ez zanim ku ewladê min dijî û wî nadin min. Ez ê kurê xwe ji wan bistînim û ji bo vê yekê jî tu carî paşve gav navêjim. Em heta dawî li PKK û HDPê neynin nasekinin û em ê li vê derê bin. Înşeallah em ê di vê têkoşînê da bigihîjin miraza xwe. Ev doz doza dayikan e. Dayik dengê xwe bilind bikin em ê bigihîjin ewladên xwe. Ji ber vê jî em dixwazin bila hemû dayik beşdarî çalakiyê bibin. Bila tu kes netirse. Wan ewladên me ji me dizîne. Zarokên me yên biçûk ji me qetandine."

Mertê bangî ewladê xwe kir û xwest ku bila were teslîm bibe.

 "Dayik wê bigihîjin mirazê xwe û em wisa bawer dikin"

Nazli Sancara ku qîza wê ya hêj 13 salî bû revandine serê çiyê got ku çalakiya Dayikên Diyarbekirê ya di 3ê Îlona 2019an da dest pê kir ji bo malbatên xwedî heman derdî ne bû hêvî.

Sancarê diyar kir ku li herêmê her diçe zêdetir dayik dixwazin dengê xwe bidin bihîstin û wiha domand: "Me 7 kesan dest bi vê çalakiyê kir û her diçe hejmara me zêde dibe. Vê heftê jimara malbatan bû 29. Her ku diçe zêde dibe û bi îzna Xwedê em ê ewladên xwe ji wan bistînin. Ez bangî malbatên zarokên wan li serê çiyê ne dikim bila netirsin û werin zarokên xwe ji nav lepên van zaliman derxin. Dayik wê bigihîjin mirazê xwe û em wisa bawer dikin. Em ewladên xwe dixwazin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE