Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler û Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar çûn serdana yekîneyên li ser sînorê Sûriyeyê.
Akar, fermandarên TSKê hatin Balafirgeha Hatayê. Akar û fermandarên ligel wî li balafirgehê ji hêla Walî Rahmî Dogan û Ekîlê Fermandarê Artêşa 2yemîn Korgeneral Sînan Yayla va hatin pêşwazîkirin.
Akar û fermandarên ji wir derbasî Walîtiya Hatayê bûn. Akar li vê derê deftera walîtiyê ya taybet îmze kir.
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar, Sererkan Guler û Fermandarê Hêzên Bejayê Dundar bi Walî Rahmî Dogan re hatin bal hev.