Huner û xeyalên penaberên sûriyeyî

Penaber bi wêneyan him rewşa xwe him jî xeyalên xwe xêz dikin...

Huner û xeyalên penaberên sûriyeyî

Penaberên sûriyeyî yên ku hatine tirkiyeyê, bi xwe re him xeyalên xwe him jî hunerên xwe anîne.

Bi milyonan penaberên Sûriyeyî ji ber şerê navxweyî reviyane û hatine Tirkiyeyê.

Rana El Uveysiya 7 salî û malbata wê beriya 3 alan ji Sûriyeyê reviyan û li Siwêrega navçeya Rihayê bi cih bûn.

Rana di dersa wêneyê de tim bûyerên şerê Sûriyeyê û alîkariyên Tirkiyeyê xêz dike.

Mamosteyê wê Yilmaz Aşkin got,”Rewşa Ranayê li gorî berê niha gelek baş e.”

Her wiha Hesen Arslanê 50 salî jî yek ji wan penaberên Sûriyeyê yên bihuner e.

beriya çend salan derbasî Tirkiyeyê bû û niha li Dîlokê di nav aramiyê de dijî.

Arslan hunera xwe li Dîlokê didomîne û wêneyên ji hev xweşiktir û balkêştir çêdike.

Arslan derbarê hunera xwe de got, “Ez dixwazim bi hunera xwe fêdeyê bidin gelê Dîlokê.”

Arslan : “Ez ji Helebê hatim Dîlokê. Em bi awayekî gelek baş hatin pêşwazîkirin. Ez dixwazim bi hunera xwe fêdeyê bidin gelê bajêr. Lewra gelê vî bajarî xwedî li me derket. Ji ber vê yekê jî ez dixwazim ku Dîlok ji aliyê hunerê ve zêdetir were nasîn.”

Wekî van her du penaberan gelek Sûriyeyî li Tirkiyeyê him di nava aramiyê de dijîn him jî hunerên xwe xurt dikin û pêşkêş dikin.

Dîroka nûkirinê: 17 Nîsan 2019, 15:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE