Hunera destan a bi zelqok û qîrê

Mamosteyê hûnerê bi van amûran berhemên ji hev xweşiktir çêdike

Hunera destan a bi zelqok û qîrê

Ercan Angay li exlata Bedlîsê mamostetiya hûnerê dike. Mamosteyê jêhatî bi tarzeke cûda, bi zelqok û qîrê berhemên ji hev delaltir çêdike. Keremkin em berê xwe bidin vê hûnera destkariyê ya bêhempa.

Ev dîmenên rengîn û xweşik ji Exlata Bilîsê ne.

Ev hemî tişt ji aliyê mamosteyê hûnerê Ercan Angay hatine çêkirin.

Angayê ku tabloyan çêdike ji bo vê hûnera xweşik nîşanî xelkê bide kursan jî vedike.

“Ez di sala 2012an û vir ve li Exlata Bilîsê mamostetiyê dikim. Dema ez betal dimînim ez wan tobloyan çêdikim û kursa vê hûnerê vedikim.”

Mamoste Angay van tabloyên nûwaze tenê bi zelqok û qîrê çêdike.

“Em ewil li ser tuvalê resmê xêz dikin. Paşê bi zelqokê, bi riya tûpên bicûk cihên xêzkirî tijî dikin. Piştî ziwa dibe jî em bi qîrê boyax dikin.”

Mamosteyê jêhatî di tabloyên xwe de bi taybetî figurên olî û resmên Exlatê çêdike û bi vî awayî navçeya xwe dide nasîn.

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2019, 17:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE