Hunera têlkariyê

Ji bo ku çanda têlkâriye neyê jibîrkirin ciwan tên perwerdekirin 

Hunera têlkariyê

Li Tirkiyeyê cara ewil hostayekî têlkarîyê yê suryanî di bin banê Zanîngeha Artûklûyê de hunera têlkariyê hînî xwendekaran dike. armanca projeyê ew e ku çanda têlkarîyê neyê jibîrkirin. 

Mêrdîn bi taybetî jî Midyad li welêt û li der welêt bi çanda têlkarîyê tê nasîn. Têlkâri hunereke wisa ye ku bi temamî ji keda destan pêk tê û bi têlên zirav zîynetên cur bi cur tên çêkirin. 

Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê û hosteyekî telkarîyê yê suryanî ji bo projeyekê hatin bal hev. Zanîngehê 34 xwendekarên dibistana bilind dan cem hostayê têlkarîyê ku ew hînî vê zenaetê bibin. 

Xwendekar di atolyeyê de hem hînî çêkirina têlkâriye dibin hem jî nahêlin ku çanda têlkâriye were jibîrkirin. 

Ji derve jî gelek kes tên mêrdînê ku hînî vê hunerê bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE