Hunereke qedîm: telkarî

Telkarên herêmê ji bo hunera qedîm neyê jibîrkirin dixebitin ...

Hunereke qedîm: telkarî

Hostayê telkariyê Mehmet Zeki Tatlidedeyê Qoserî, ji bo hunera telkariyê neyê jibîrkirin li ber xwe dide. Tatlidedeyê ku ev huner ji hostayê xwe yê suryanî hîn bû, ev 15 sal in ji bo pêşveçûna vî karî li qoserê dixebite.

Hunera qedîm telkarî, li ber windabûnê ye.

Bi taybetî jî piştî pêşveçûna teknolojiyê û derketina makîneyên teknolojîk, siberoja vê hunera qedîm jî ket talûkeyê.

Lêbelê telkarên herêmê, ligel vê rewşê, dîsa jî ji bo berdewamiya hunera kevn, li ber xwe didin.

Ji wan hostayan yek jî Telkar Mehmet Zeki Tatlidedeyê Qoserî ye ku ev 15 sal in di nav vî karî de ye.

Tatlidede dibêje: “Teknolojiyê karê me gelek hêsan kir, lêbelê zewqa ku ji karê destan tê girtin, di karê makîneyan de tune ye.

Dîroka nûkirinê: 03 Çile 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE