Hunermendê Çînî Brîan lî, ji bo gerê hat Tirkiyê. brîan lî, niha li cih û warên turîstîk ên geverê digere. lîyê ku ji welatiyên navçeyê re li amûra tarê xist dibêje; gever cihekî qedîm û xwezayî ye, bila hemû turîst werin geverê û ziyaret bikin.
Braîn Lî, ji Çînê ji bo gerê hat Tirkiyê.
Lî, piştî ziyareta hin bajaran hat navçeya Geverê ya Colêmergê.
Brîan Lî hunermend e û li amûra tarê dixe ku tar aîdê çanda îranê ye.
ji bo xelkê Geverê jî li tarê xist. Welatiyan ew guhdarî kirin û kêfxweş bûn.
Braîn Lî dibêje Gever cihekî qedîm û dîrokî ye. Xelkê navçeyê jî pir mêvanperwer e.
Braîn Lî bangî hemû turîstan kir û got werin herêmê û van cihên bêhempa bibînin.
Hunermendê Çînî wê çend rojan li Geverê bigere û pişt re biçe welatên din.