Hunermend Ferhat Tunç hat berdan

Ferhat Tunç ku di çarçoveya du lêpirsînên li Diyarbekirê da der heqê wî da biryara girtinê heye û duh êvarê gava ji Almanyayê hat Balafirgeha Ataturkê hat binçavkirin, li edliyeyê piştî ku îfade da hat berdan

Hunermend Ferhat Tunç hat berdan

Ferhat Tunç ku di çarçoveya du lêpirsînên Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê da der heqê wî da biryara girtinê heye û duh êvarê gava ji Almanyayê hat, li Balafirgeha Ataturkê hat binçavkirin. Tunç piştî ku îfade da, serbest ma.

Tunç gava duh ji Almanyayê vegeriya, li Balafirgeha Ataturkê di miemeleyên pasaportê da hat tesbîtkirin ku ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê ya çekdar" bi destê Dadgeha Sulh û Cezayê ya 5emîn a Diyarbekirê û ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" jî bi destê Dadgeha Sulh û Cezayê ya 1emîn a Diyarbekirê der heqê wî da biryara binçavkirinê hatiye derxistin.

Li ser vê yekê Tunç hat binçavkirin û Tunç dû ra birin Midûriyeta Şaxa Balafirgrha Ataturkê ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê. Piştî miemeleyên li vê derê destê sibehê Tunç sewqî Edliyeya Bakirkoyê kirin. Tunç bi rêya SEGBÎSê îfade da.

Tunçê ku piştî îfadeyê serbest ma, li pêşiya edliyeyê daxuyanî da mensûbên çapemeniyê. Tunç di daxuyaniya xwe ya li vê derê da got ku di çarçoveya du lêpirsînên cuda da ji bo wî biryara girtinê hatiye derxistin, lê niha ew hat berdan.

Tunç bal kişand ku ew naxwaze li dervayî welat bijî û wiha dewam kir, "Ez naxwazim li sirgûnê bijîm û ez naxwazim li sirgûnê bim gava hat selimandin ez bêsûc im. Ez ji welat hez dikim."

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 15:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE