Hunermend Ferhat Tunç ji ber lêpirsîneke li Diyarbekirê tê meşandin li Balafirgeha Ataturkê hat binçavkirin û ew sewqî dadgehê kirin.
Li gor agahiyan Tunç duh êvarê ji Almanyayê vegeriya Tirkiyeyê.
Dema Tunç pasaporta xwe da rayedaran hat tespîtkirin ji ber lêpirsîneke li Diyarbekirê tê meşandin der barê wî da biryara girtinê heye.
Tunç li balafirgehê hat binçavkirin û ew birin Midûriya Şaxa Balafirgeha Ataturkê ya Midûriya Ewlehiya Stenbolê.
Piştî kar û barên li ewlehiyê Tunç sewqî Dadgeha Bakirkoyê kirin.
AA