Hunermendên Colemêrgî ku ji bo 4emîn Mîhrîcana Kaşûnê hatibûn bajêr, li zozana Mêrgabotanê li ser berfê kêf kirin.
Her du bira Mustafa û Yılmaz Erdoğan û zarokên wî û xizmê wan ê navdar Ersin Korkut…
Hunermendên Colemêrgî ji TRT Kurdiyê re axivîn.
Bi saya vê festîvalê hunermend him piştî çend salan cara ewil hatin memleketê xwe him jî piştgirî dan danasîna Colemêrgê.
Komedyenê navdar pesnê herêmê û çiyayên Colemêrgê da.
Piştî roportaja me ya taybet hunermend li zozanan winda bûn; ji bo ku têra xwe û bi rihetî kaşûnê bikin ji kamerayan û ji her kesî dûr ketin.
Ersin Korkut, Mustafa û Yılmaz Erdoğan li navenda kaşûnê kêf kirin
Hunermendan him kêf kirin him jî piştgirî dan danasîna bajêrê xwe