"Hêvî dikim ku rêvebiriya Bîden cardin vegere peymana nukleerê"

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu diyar kir Türkiye ji destpêkê da piştgiriyê dide peymana nukleerê ya Îranê û got ku beriya îmzekirina peymanê jî piştgirî daye.

"Hêvî dikim ku rêvebiriya Bîden cardin vegere peymana nukleerê"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, "Hêvî dikim ku rêvebiriya Bîden cardin vegerin (peymana nukleerê). Bi vî awayî wê ambargoya li ser Îranê rabe."

Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf li Stenbolê li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê piştî hevdîtinên dualî û di nav heyetan da daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu diyar kir Türkiye ji destpêkê da piştgiriyê dide peymana nukleerê ya Îranê û got ku beriya îmzekirina peymanê jî piştgirî daye.

Çavuşoglu diyar kir Donald Trumpê Serokê Amerîkayê yê berê ji peymanê vekişiye û wiha got: "Hêvî dikim ku rêvebiriya Bîden cardin vegerin (peymana nukleerê). Bi vî awayî wê ambargoya li ser Îranê rabe."

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu li ser pirsa der barê muretebata Tirk ya li Kendava Gîneyê hatin revandin da wiha got: "Me xeber hilda ku baş in. Em ê di demeke nêzîk da xeberên baş bidin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE