Hêviya wan tenê Turkiye ye

Mexdûrên şer li hêviyê ne ku bi alîkariya Tirkiyê vegerin ser axa xwe

Hêviya wan tenê Turkiye ye

Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê li hêviyê ne ku rojhilatê firatê jî wekî el bab, cereblus û efrînê ji terorê were paqijkirin. sûriyeyiyên ji axa xwe dûr, hemûyan hêviyên xwe bi tirkiyeyê ve girê dane.

Ji ser şerê li Sûriyeyê re 7 sal derbas bûn.

Lê hîn gelek herêm di bin dagirkirina rêxistinên terorî de ne.

Bi milyonanan Sûriyeyî ji şer û zilmê reviyan û xwe spartin Tirkiyeyê.

Tirkiye ji bo wan mexdûrên şer ên jin û zarok seferber bûn.

Stargehên demkî hatine avakirin.

Di nava wan stargehan de sûk, nexweşxane û dibistan hatin avakirin.

Sûriyeyên li Tirkiyeyê dixwazin rojhilatê Firatê ji terorê were paqijkirin û wekî Cerablus û Efrînê aştî were wan deran.

Ger rojhilatê Firatê ji terorê were paqijkirin tê pêşbînîkirin ku wekî li Elbab û Efrînê penaber vegerin ser axa xwe.

Bi vî awayî him dê derbên giran li rêxistina terorî ya li ber sînor were xistin him jî li herêmê dê aramî çêbibe.

Dîroka nûkirinê: 10 Mijdar 2018, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE