"Hêza welatê me têrê dike ku Newala Sîlîkonê ya bi xwe ava bike"

Erdogan li ATO Congresiumê beşdarî çalakiya "Forum Metaverse"ê ya ku ji hêla Serokatiya Agahî û Teknolojiyên Ragihandinê ya AK Partiyê va hat lidarxistin bû û li wir axivî.

"Hêza welatê me têrê dike ku Newala Sîlîkonê ya bi xwe ava bike"

 Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Nexwe êdî heqîqeteke çanda dijîtal û aboriya dîjîtal li holê heye, heta ku welat bi temamî li hev nekin û pergaleke hiqûqê ya dîjîtal neyê avakirin û qebûlkirin, pirsgirêk nayên çareserkirin."

Erdogan li ATO Congresiumê beşdarî çalakiya "Forum Metaverse"ê ya ku ji hêla Serokatiya Agahî û Teknolojiyên Ragihandinê ya AK Partiyê va hat lidarxistin bû û li wir axivî.

Erdogan got îro 21ê adarê roja newrozê ye, ji ber vê ew newroza her kesî pîroz dike.

Der barê rewşa dijîtal a dinyayê û xebatên Tirkiyeyê yên di vê qadê da jî Erdogan wiha axivî: "Nexwe êdî heqîqeteke çanda dijîtal û aboriya dîjîtal li holê heye, heta ku welat bi temamî li hev nekin û pergaleke hiqûqê ya dîjîtal neyê avakirin û qebûlkirin, pirsgirêk nayên çareserkirin. Îdiaya ku çav didin trostên kurewî û dibêjin 'Şansê Tirkiyeyê nemaye ku di teknolojiyê da pêşva here' dijî ciwanên vî welatî heqaret e. Ez heyama pêş me wekî heyama seferberiyeke dîjîtal îlan dikim. Hêza welatê me têrê dike ku Newala xwe ya Sîlîkonê ava bike."

Erdogan behsa Platformên medyaya civakî jî kir û wiha pê da çû: "Platformên medyaya civakî yên bûne kartel û guh nadin sînorên hiqûqî û exlaqî nîşan didin ku divê em di vê qadê da rêya xwe bi eşkere xêz bikin."

Serokomar Erdogan got hêza Tirkiyeyê heye ku ÎHA û SÎHAyan çêbike û wiha axivî: "Êdî Tirkiyeyeke li fezayê cihê xwe bi awayekî xurt digire, pêyka xwe bi xwe çêdike, sepanên xwe bi xwe amade dike û wesayîtên balîstîk çêdike heye. Heke hûn nikaribin ÎHA û SÎHAyên xwe bi xwe çêbikin, hûn her tim bi koletiyê ra rû bi rû dimînin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE