"Hêzên Artêşa me li nav welêt û dervayî welêt ji bona her wezîfeyê amade ye"

Wezareta Parastina Neteweyî der barê fealiyetên 2019an da civîna agahîdayînê li dar xist.Midûra Şaxa Têkiliyên Gel û Çapemeniyê ya Wezareta Parastina Neteweyî Efser Nadîde Şebnem Aktop di civînê da axivî. 

"Hêzên Artêşa me li nav welêt û dervayî welêt ji bona her wezîfeyê amade ye"

Wezareta Parastina Neteweyî der barê fealiyetên 2019an da civîna agahîdayînê li dar xist.Midûra Şaxa Têkiliyên Gel û Çapemeniyê ya Wezareta Parastina Neteweyî Efser Nadîde Şebnem Aktop di civînê da axivî. 

Nadîde Şebnem Aktopê di civîna li Wezareta Parastina Neteweyî destnîşan kir li dijî sitargehên PKK/KCKya rêxistina terorê îsal li nav welêt û li dervayî welêt 31 jê berfireh û 119 jê navîn bi tevahî 150 operasyon hatin kirin. 

Aktopê diyar kir li nav welêt û li dervayî welêt îsal di operasyonên dijî PKKyê da hezar û 789 terorîst hatin berterefkirin û jê 255 terorîst jî teslîm bûn û wiha got: "Di operasyonên di 2019an da hezar û 66 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin hatin îmhekirin û hezar û 15 çek, 69 moşekên tankşikênan, hezar û 598 bombeyên destan û 174 mayîn hatin qefaltin."

Nadîde Şebnem Aktopê der barê têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da wiha got: "Di têkoşîna dijî FETOyê da ji 15ê Tîrmeha 2016an heta niha 18 hezar û 630 personel hatine îxrackirin û ritbeya 982 personelên teqawidbûyî ji wan sitendine."

Midûra Şaxa Têkiliyên Gel û Çapemeniyê Efser Nadîde Şebnem Aktopê der barê Sûriyeyên vegeriyane da got ku ji 580 hezarî zêdetir Sûriyeyî bi dil û rizayê xwe vegeriyane herêmên Mertalê Feratê, Çiqlê Zeytûnê û Kaniya Aştiyê. 

Aktopê der barê mijara ji bona Libyayê şandina eskeran da got ku Hêzên Artêşa Tirkiyeyê li nav welêt û dervayî welêt çi çaxê wezîfe û ferman hebe amade ye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE