Hêzên ewlehiyê bi çek û techîzatên xwemalî ser sînoran nobetê digirin

Hêzên ewlehiyê bi çek û techîzatên xwemalî ser sînoran nobetê digirin

"Bazên hidûd" ên ku ser sînorê Tirkiye-Îranê li aliyê Îdir û Agiriyê "nobeta welêt" digirin, têkoşîna terorê di serî da ji bo pêşîlêgirtina koçberên bêdestûr û qaçaxcîtiyê, sîlahên teknolojiya dawîn û techîzatên ku li Tirkiyeyê tên çêkirin, bi kar tînin.

Mensûbên Artêşa Tirkiyeyê hemû derfetên teknolojiyê bi kar tînin û di binê baran û berfê, nav herî û şiliyê da ser eraziyên dijwar sînorê Îranê yê Tirkiyeyê diparêzin, di kozikan da destê wan li ser tetikê şev û roj bi biryardarî nobeta welêt didomînin.

Komandoyên ku li ser sînorê Îranê wezîfeyê dikin, eskerên di yekeyên din ên Artêşa Tirkiyeyê da wezîfedar in, terorîst di serî da pêşî li ber qaçaxcîtiya hişbir, cixare, eşya û mazotê digirin û nahêlin ku koçberên bêdestûr ji sînor derbas bibin.

Bi meqseda ku terorîstan bibînin û wan berteref bikin, komando piştî keşif, çavdêrî, defikdanîn, guhdarîkirin û îstixbaratê operasyonan dikin û çek û techîzatên ku endezyarên Tirk bi derfetên xwemalî û neteweyî çêdikin, bi kar tînin û di wezîfeyên xwe da dixebitînin.

Esker li ser kûleyên sînor, seba parastina herêmên sînor di hefteyê da 7 rojan şev û roj çavdêriyê dikin û ser û guhê wan li ser emr û fermana fermandarên wan e û wezîfeya xwe dikin.

Qertelên hidûd kêliyekê jî çavê xwe ji xeta sînoran naguhêzin.

- Şikeft û serdab bi amûra dîmengirt a bin erdê va tên tespîtkirin

Hêzên ewlehiyê ji ser dîwarê ewlehiyê seranserê şev û rojê xeta sînor a ku terorîst û qaçaxçiyên dixwazin ji serdab û şikeftan derbasî alî Tirkiyeyê bibin bi amûra dîmengirt a bin erdê ya xwemalî va kontrol dikin.

Hêzên ewlehiyê di dema nobeta bo welêt da ji hemû nîmetên teknolojiyê îstifade dikin û tevlî wan bi xêra sensorên termal û manyetîk va jî şikeft û serdaban tespît dikin.

Barkêşa personel a bi zirx a xwemalî "Vuran" û "Kîrpî" ji bo "Qertelên hidûd" ên li ser sînor derdikevin kontrolê gelek bi kêr tên.

Pergalên çekên xwedî teknolojiyê ku ji alî ASELSANê va hatine çêkirin û li ser wesayîtên bizirx hatine bicîkirin tevlî kamerayên termal va awayek çalak tên bikaranîn.

- "Çavdêr di bin emrê esker da ye"

Wesayîta hewayî ya bêmirov "Gozcu (Çavdêr)" ku xwemalî ye û dest û piyê TSKê ye jî li Agirî û Îdirê qada sînorê Îranê pêewle û bi lez û bez kontrol dike.

Çavdêra wesayîta hewayî ya bêmirov a xwemalî li ser sînorê Tirkiyeyê yê bi Îranê ra nahêle ku terorîst û qaçaxçî çavê xwe vekin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE