Hêzên ewlehiyê li ser sînorê Îranê şev û roj nobetê digirin

Hêzên ewlehiyê li ser sînorê Îranê şev û roj nobetê digirin

Hêzên ewlehiyê li ser sînorê Îranê şev û roj nobetê digirin

Cendirme, hêzên girêdayî Hêzên Bejayî, polêsên tevgera taybet û gundparêzên li ser sînorê Tirkiye û Îranê wezîfedar in bi saya kamerayên termal bûyeran tesbît dikin û bilez midaxele dikin.

Li Wanê ji bo ku rê li ber koçberên bêdestûr, qaçaxçiyan û terorîstên PKKyî bê girtin li ser sînor tevdîrên ewlehiyê bi awayekî xurt tên dîtin.

Di vê çarçoveyê da li ser sînorê Îranê çêkirina dîwarê bêton xebat dewam dikin.

Ji bo li ser sînor ewlehî zêde be cendirme, hêzên eskerî, polêsên tevgera taybet û gundparêz bi wesayîtên zirx, drone, kamera, ÎHA û SÎHAyan va her tim sînor kontrol dikin.

Hêzên ewlehiyê bi roj li ser sînor çavdêriyê dikin, derdikevin dewriyeyê û ji esman herêmê kontrol dikin.

Dema dibe şev jî ew bi saya kamerayên termal û yên şev dikarin bibînin, ÎHA û SÎHAyan va koçberên bêdestûr tesbît dikin û bi lez midaxele wan dikin.

- "Dema tevgerek bê tesbîtkirin em hêzên xwe dişînin wê derê"

Midûrê Şaxa Operasyona 2yemîn a Serokatiya Tevgera Taybet a Midûriya Giştî ya Ewlehiyê Huseyîn Edîz Tercanoglu ji rojnamevanan ra daxuyand hêzên ewlehiyê li ser sînor wezîfeyeke taybet dikin.

Tercanoglu got hemû hêzên ewlehiyê bi kordîne dixebitin û wiha axivî: "Em li cihên ku qaçaxçîtî lê zêde çêdibû dixebitin. Derûdor bi kamerayên termal yên dikarin 360 pile bizivirin va tê çavdêrîkirin. Dema tevgerek bê tesbîtkirin em hêzên xwe dişînin wê derê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE