Hêzên li ser sînor li Hatay û Wanê hişbir bi dest xistin

Hêzên li ser sînor li Hatay û Wanê hişbir bi dest xistin

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) daxuyand li ser sînorê Hatay û Wanê hişbireke zêde hat bidestxistin.

Li gor daxuyaniya WPNyê hêzên li ser sînor 2 kesên hewl didan ji Sûriyeyê dereqanûnî bikevin Tirkiyeyê li sînorê Hatayê girtin.

Li devê Çemê Asiyê di nav 2 çenteyan da 8 kîlo û 226 gram esrara toz hat bidestxistin.

Ji bilî vê li ser sînorê Wanê jî di nav 6 çewalan da 200 pakêt (200 kîlo û 743 gram) esrara toz ji hêla hêzên sînor va hat bidestxistin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE