Hêzên me yên Tirk 5 xebatkarên tenduristiyê yên li Kabulê asê mabûn xilas kirin

Hêzên me yên Tirk 5 xebatkarên tenduristiyê yên li Kabulê asê mabûn xilas kirin

Li Efxanistanê 5 xebatkarên Tirk ên ku di qada tenduristiyê da kar dikirin li navenda bajêr asê mabûn ji alî hêzên ewlehiya Tirk va hatin xilaskirin. Hêzên ewlehiyê xebatkar anîn Balafirgeha Hemîd Qarzaî ya Navneteweyî.

Li Efxanistanê piştî ku Talibanê navenda Kabula paytext hilda bin kontrola xwe ji welêt derketin dewam dike û ji bo şandina kesên li navenda bajêr mane û dixwazin derbasî herêmên ewle bibin jî xebat dewam dikin.

Jê 2 jin tevahî 5 xebatkarên welatiyên Tirkiyeyê ku 23 roj berê ji bo li klînîka por danînê bixebitin hatibûn Kabulê û li navenda lê dixebitîn mehsûr man.

Xebatkaran ji ser medyaya civakî alîkarî xwest û hêzên ewlehiyê yên Tirk jî xwe gihandin wan û ew ji navenda lê diman derxistin û birin Balafirgeha Hemîd Qarzaî ya Navneteweyî.

Xebatkarên tenduristiyê wê bi balafirê biçin Pakistanê û ji wê derê jî vegerin Tirkiyeyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE