Hêzên Rûsyayê bi fuzeyê li avahiya walîtiya Harkîvê xist

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di êrîşê da yek ji wan zarok 6 sivîl birîndar bûn, der barê miriyan da jî hat gotin ku hê tiştek eşkere nîne.

Hêzên Rûsyayê bi fuzeyê li avahiya walîtiya Harkîvê xist

Artêşa Rûsyayê ya êrîşî Ukraynayê kir bi fuzeyê li avahiya walîtiya Harkîvê xist.

Di daxuyaniya Serwêsa Rewşên Acil a Ukraynayê da hat diyarkirin ku artêşa Rûsyayê di êrîşê îro ber destê sibê kir da li avahiya walîtiya Harkîvê xist, li Meydana Azadiyê û li avahiyên der û dorê zirar çêbû.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di êrîşê da yek ji wan zarok 6 sivîl birîndar bûn, der barê miriyan da jî hat gotin ku hê tiştek eşkere nîne.

Oleh Synyehubovê Waliyê Harkîvê jî got ku di seranserê şevê da bajar rastî êrîş fuzeyan hat.

Synyehubov destnîşan kir ku di êrîşên 24 saetên dawîn da şewat derketin û midaxeleyî 24 şewatan kirin.

Walî Oleh Synyehubov diyar kir ku li kuçeyan gelek wesayîtên parkirî şewitîn, di nav sivîlan da mirî û birîndar hene.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE