Hêzên Îsraîlê 10 Filistînî binçav kirin

Li Şerîeya Rojava eskerên Îsraîlê 10 Filistînî binçav kirin...

Hêzên Îsraîlê 10 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ku di bin îşxalê da ye, 10 Filistînî binçav kirin. 

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji artêşa Îsraîlê hat dayîn, li hin herêmên Şerîeya Rojava bi şev operasyon hatin kirin û bi îdiaya ku "tevî çalakiyên terorê bûne" 10 Filistînî hatin binçavkirin.

Hat gotin Filistîniyên ku hatin binçavkirin ji bo îfadeyê sewqî navenda binçavkirinê ya herêmê kirin.

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê timî davêje ser malan û bi îdiayên cuda va Filistîniyan binçav dike.

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê binçavkirin timî çêdibin û jin û zarok jî di nav da Filistîniyan çendî rojan li navendên binçavkirinê girtî dihêlin.

Li gor çavkaniyên fermî yên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da 430 jê girtiyên îdarî, 270 jê zarok nêzî 6 hezarî Filistînî hene.

Îsraîl bi navê "girtîbûna îdarî" va Filistîniyan li gor îstixbaratê di navbera mehek û 6 mehan da digire.

Heke biryar were dayîn ku girtî ji bo "Ewlehiya Îsraîlê talûke ye" hakimê eskerî bêyî ku sûc îsnad bike dikare maweya girtîbûnê heta 5 salan dirêj bike.

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE