Hêzên Îsraîlê 13 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya ku dagirkirî ye 13 Filistînî binçav kirin...

Hêzên Îsraîlê 13 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya ku dagirkirî ye 13 Filistînî binçav kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, li çend herêmên Şerîeya Rojava bi şev li dijî malên Filistîniyan operasyon hatin kirin û bi îdiaya "tevî bûyerên şîdetê bûne" 13 Filistînî hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ji bo jêpirsînê Filistîniyên binçavkirî sewqî navenda binçavkirinê ya li herêmê kirin.

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ên ku dagirkirî ne, hêzên Îsraîlê pirî caran bi ser malan da digirin û bi îdiayên curbecur Filistîniyan binçav dikin. Jin û zarok jî di nav de Filistîniyên tên binçavkirin caran ji çend rojan zêde di girtigehan de dimînin. 

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE