Hêzên Îsraîlê 16 Filîstînî binçav kirin

Filîstînî ji bo ku jêpirsîna wan bê kirin sewqî navendên binçavkirinê yên li herêmê hatin kirin.

Hêzên Îsraîlê 16 Filîstînî binçav kirin

 Eskerên Îsraîlê li Şerîaya Rojava ya dagirkirî 16 Filîstînî binçav kirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji artêşa Îsraîlê hat dayîn di raserên bi şev ên li ser herêmên cur bi cur ên Şerîaya Rojava de bi îdiaya ku "tevî çalakiyên terorê bûne" 16 Filîstînî hatin binçavkirin.

Filîstînî ji bo ku jêpirsîna wan bê kirin sewqî navendên binçavkirinê yên li herêmê hatin kirin.

Hêzên Îsraîlê li Şerîaya Rojava ya dagirkirî û Qudsa Rojhilat gelek caran raserî malan dike û bi îdiayên cur bi cur Filîstîniyan binçav dike. Binçavkirin li Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat asayî bûne û li wir hê jî jin û zarok jî di nav de hin Filîstînî çendî rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.

Li gor çavkaniyên fermî yên Filîstînê di girtîgehên Îsraîlê de 430 girtiyên îdarî, 270 jê zarok kêm zêde 6 hezar Filîstînî hene.

Îsraîl bi sepana ku dibêjê "girtîtiya îdarî" dikare ku li gor îstixbaratê Filîstiniyan di navbera mehek û 6 mehan de bigire. Heke biryar bê dayîn ku girtî "ji bo ewlehiya Îsraîlê xetere ye" jî dadgerê eskerî bêyî ku îsnada sûcê bike dikare ku maweya girtîtiyê heta 5 salan dirêj bike.AA

Dîroka nûkirinê: 23 Çile 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE