Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê 36 Filistînî binçav kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Cemiyeta Hêsîrên Filistînê ya Girêdayî Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê hat dayîn, hêzên Îsraîlê bişev li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê avêt ser hin navnîşanan.
Di operasyonan da li bajarên Cenîn, Quds, Ramallah û El-Xelîlê bi tevahî 36 Filistînî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê da qala sedema binçavkirinan nehat kirin.
AA