Serokatiya Yekîtiya Weşanê ya Asya Pasîfîkê cara ewil bû ya Türkiyeyê.
“Serkeftina Türkiye û TRT’ê ye”
Eren dê heya dawiya 2023an serokatiya ABU’yê bike
Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya TRT’ê İbrahim Eren, ji bo Serokatiya Yekîtiya Weşanê ya Asya Pasîfîkê hat hilbijartin. ABU, yekîtiya weşanên herî mezin a cîhanê ye. Bi vê yekê cara ewil wê ji Türkiyeyê kesek, serokatiya yekîtiyê bi rê ve bibe.
57emîn civîna Lijneya Giştî ya Yekîtiya Weşanê ya Asya Pasîfîkê ji ber şewbê onlîna hat kirin.
Ji 72 welatan 271 endam hatin ba hev.
İbrahim Eren, ji 2018an û pê ve alîkariya yekîtiyê dikir. Eren bi piştgiriya welatên endam bû serokê nû yê ABÛ’yê.
Eren got ev serkeftin bi saya hêza TRT’ê ya di qada navneteweyî de hat bidestxistin.
İbrahim Eren heya dawiya sala 2023an wê serokatiya ABÛ’yê bi rê ve bibe.
Di vê pêvajoyê de wê wek Alîkarên Serokê ABÛ’yê jî ji Japonya, Koreya Başûr û Hîndistanê 3 kes wezîfeyê bikin.
Nêzî 3 milyar û nîv temaşevanên ABÛ’yê hene. Di sala 1964an de hat avakirin. Ji wê rojê û pê ve dixwaze weşangêriyê bi pêş bixe.
TRT, ev 7 heyam in di lijneya rêvebiriyê de bû ku ji 17 endaman pêk tê.