Li Cizîra Şirnexê welatiyê bi navê abdurrahim kaya ji ber sûcekî 5 salan di hepsê de ma. Piştî hepsê bi piştgiriya îşkur’ê ji xwe re 6 çêlek kirîn û niha bi wan debara xwe dike. Kaya bi vê hewla xwe ji kesên din re jî bû mînakeke baş.
Saziya Kar a Tirkiyeyê İŞKUR li çar aliyên welêt xebat û piştgiriyên xwe didomîne.
ÎŞKURê herî dawî li Cizîra Şirnexê piştgirî da welatiyekî ku ji hepsê derketiye.
Abdurrahim Kaya ji ber sûcekî 5 salan di hepsê de ma.
Piştî ji hepsê derket nexwest betal bimîne û ji bo debara xwe serî li ÎŞKURê da.
Kaya bi piştgiriya ÎŞKURê ji xwe re 6 çêlek kirîn. Niha bi wan çêlekan debara xwe dike.
Abdurrahim Kaya bi vê hewl û xebata xwe ji kesên din re jî bû mînakeke baş.