Islaha Deşta Muşê

DSİ’yê bi dirêjiya 110 kîlometreyan cok, cobar û çem islah kirin

Islaha Deşta Muşê

Şaxa Midûriyeta Karên Avê ya Dewletê ji bo islahkirina cok, cobar û çemên li Deşta Muşê dest bi xebatê kir. Di xebatê de heta niha zêdetirî 110 kîlometre cok, cobar û çem hatin paqijkirin. Cotkarên deştê wê êdî zeviyên xwe bi hêsanî av din...

Li Deşta Muşê gelek cok, cobar û çem hene. Ji ber barana zêde gelek caran ava wan dide ser zeviyan. Ji ber vê jî Şaxa Midûriyeta Karên Avê ya Dewletê dest bi islahê kir.

Cok, cobar û çemên tijî herî bûne bi makîneyên kar yek bi yek tên paqijkirin.

Heta niha li Dêrxasê û li gundan bi dirêjiya 110 kîlometreyan xetên avê hatin verastkirin. Bi xêra xebatan êdî cotkarên deştê wê bi hêsanî zeviyên xwe bigerînin û biçînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE