Îsraîlê li Xezzeyê 150 hedefan xist

Artêşa Îsraîlê ji duh êvarê pê va li Xeta Xezzeyê ji 150î zêdetir hedefan xist.

Îsraîlê li Xezzeyê 150 hedefan xist

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê de hat gotin ji şeva çarşemê pê va li Xezzeyê ji 150î zêdetir hedef bi balafirên şer va hatine bombebarankirin, li hember vê jî ji Xezzeyê 180 roket hatine avêtin.

Hat gotin 30 roketên ku ji aliyê Xezzeyê hatine avêtin bi sîtema parastinê va hatine daxistin, yên mayîn jî li herêmên cuda ên Îsraîlê ketine.

Di daxuyaniya artêşê de hat gotin ji êvarê pê va heta sibê êrîş hatine kirin, serê sibê jî balafirên artêşê kampên perwerdeyê yên Hemasê û ji 20î zêdetir hedefan xistine.

Piştî van êrîşên Îsraîlê rayedarekî payebilind ê eskeriyê yê Îsraîlê daxuyanî da rojnameya Yedîothê û got li Xezzeyê rageşî zêde bûye û ew ber bi şer ve diçin.

Rayedar got Hemas ji lihevkirinê dûr dikeve, heke operasyoneke mezin çêbibe Îsraîlê gelek hêzên xwe wê bişîne Xezzeyê, Cihûyên li ser Xeta Xezzeyê jî wê ji malên wan bên texliyekirin.

Hemasê jî daxuyand ji ber êrîşên Îsraîlê yên li hember Xezzeyê û hedefgirtina sivîlan rêvebiriya Tel Avîvê berpirsyar e.

Berdevkê Hemasê Ebdulletîf el-Kanu di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ev êrîşên li hember Xezzeyê tên kirin û sivîlên hedef tên girtin ji berê ve hatiye plankirin, berpisyar hêzên dagirker in û wê berdêla sûcên xwe bi awayekî giran bidin.

Kanu got berxedana Filistînê xwe diparêze û li hember êrîşên li ser gel tên kirin bersiva wan dide.

Ji duh êvarê vir va di êrîşên Îsraîlên yên li ser Xezzeyê de jineke ducanî, dergûşeke sal û nîvekî bi tevahî 3 kes şehîd bûbûn û herî kêm 12 Filistînî birîndar bûbûn.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tebax 2018, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE