İstanbul navend li 12 bajaran operasyona dijî DHKP/Cyê

İstanbul navend li 12 bajaran operasyona dijî DHKP/Cyê

İstanbul navend li 12 bajaran di operasyona dijî DHKP/Cya rêxistina terorê da ji 120 kesên ku biryara binçavkirina wan hatibû dayîn jê 93 kes hatin girtin.

Serdozgeriya Komarê ya İstanbulê ji bo 120 kesên ku qaşo di nav şaxên DHKP/Cyê yên weke "yekîtiya propagandayê ya çekdar", "qada îllegal", "meclisa berxwedanê", "meclisa gel", "komîteya qadê" û "komîteya taxê" da weke berpirsiyar in û ji bo zêdekirina motîvasyona alîgiran dixwazin çalakiyên sansasyonel bikin, biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê li 12 bajarên ku İstanbul navenda wan e, di heman demê da operasyon kir û ji bersûcan 93 kes girtin.

Di lêgerîna navnîşanan da gelek dokumanên rêxistinî û alavên dîjîtal hatin bidestxistin.

Hat ragihandin gumanbarên ku hatine binçavkirin, li ewlehiyê îfadeyê didin, ji bo girtina 27 kesên firar jî xebat dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE