İstanbul navend di operasyona li 30 parêzgehan a li dijî sazûmaniya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) di Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) da ji 76 berşikên ku 5 jê wan eskerên muwezef in û der heqê wan da biryara binçavkirinê hat dayîn 59 jê hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna Buroya Teror û Sûcên Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya İstanbulê ya dijî sazûmaniya FETOyê di TSKyê da, di çarçoveya beyanên lixwemukirhatiyan, teşxîsên hatin kirin û têlefonên ku ji hêla "îmamê rêxistinê" ji wan ra hatin vekirin da ji bo 76 kesên ku di navê da eskerên muwezef, teqawid, îxrac û îstifakirî jî hene, biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê, İstanbul navend di operasyona hevdem a li 30 parêzgehan da ji 76 berşikan 59 jê binçav kirin.
Hat ragihandin ku miemeleyên berşikên binçavkirî li ewlekariyê didomin, xebatên destgîrkirina 17 berşikên mayîn jî berdewam in.