Jî bo qanala avê ya şamranê projeya mezin hazir e

Coya Avê Şamran wê bibe cihekî turîstîk...

Jî bo qanala avê ya şamranê projeya mezin hazir e

Şaredariya Artemêtê ji bo ku qanala avê ya şamranê bibe cihekî turîstîk projeyek mezin amade kir. li ser qanala 51 kîlometreyî park û cihên sporê wê bên avakirin.

Qanala avê Şamran 3 hezar sal berê di heyama şaristaniya Urartuyan de ji bo avdanê hatiye avakirin.

Şaredariya Artemêtê ji bo 18 kîlometreyên qanalê ku ji navçeyê re derbas dibe projeyeke mezin hazir kir.

Kesên ku werim serdanê wê bikaribin li seranserê qanalê bigerin.

Her wiha li derdora qanalê jî parkên bêhvedanê û ji bo sporê riyên biskilet û meşê wê bên avakirin.

Bi saya vê projeyê him wê danasîna dîroka herêmê bê kirin him jî xelk wê bikaribe di nav qadeke dîrokî de bêhna xwe vede....

Dîroka nûkirinê: 21 îlon 2019, 15:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE