Japon bûn mêvanê Midyatê

Ji bo hînî neqşa derziyê bibin ji Japonyayê hatin...

Japon bûn mêvanê Midyatê

Hin jinên Japon, ji bo hînî hunera neqşa derziyê bibin ji Japonyayê hatin Midyada Mêrdînê. Mêvanên Midyadê, wê hefteyekê li vir bimînin û ji hostayan dersên vê hunerê bigirin.

Ji bo hînî hunera neqşa derziyê bibin ji 9 hezar kîlometre dûrê Tirkiyê hatin Midyadê.

Wê hefteyekê li Midyadê dersên vê hunerê bigrin û li welatê xwe hîn bikin.

“Me ev huner gelek meraq dikir. Li ser vê ji Japonyayê 4 hevalên min hatin vir. Nihe em hemû li vir bênavber hînî neqşa derziyê dibin.”

İkumi Nonakaya ku li Tirkiyeyê dijî, derheqê vê hunerê de pirtûkek jî nivisîbû.

Dema ev pirtûk li Japonyayê belav bû, hin Jinên Japonî ji bo hînî vê hunerê bibin bi saya Nonakayê hatine Midyadê.

Niha li bajêr ji hostayên midyadî ders digrin û vê hunerê hîn dibin.

Dîroka nûkirinê: 20 îlon 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE