Nûnerê taybet ê Sûriyê yê Emerîkayê, Serbalyoz James Jeffrey derbarê herêma ewle de axivî. Diyar kir ku derbarê vê meseleyê de hevdîtinên ligel Tirkiyê dewam dikin. Got; li ser mezinahiya herêma ewle hêj her du aliyan li hev nekiriye.
Jeffrey diyar kir ku ji bo hebûna emerîkayê ya li herêmê, ewlehiya hêzên sûriyê yên demokratîk-hsd’ê girîng e.
Jeffrey: em metirsiyên ji ber rêxistina terorî PKKê yên Tirkiyê dizanin. Em hewl didin ku derbarê meseleya herêma ewle de, dilê Tirkiyê bikin. Ligel vê; diyar kir ku ji bo hebûna Emerîkayê ya li herêmê, ewlehiya Hêzên Sûriyê yên Demokratîk-HSD’ê girîng e.
Jeffrey:li ser qada herêma ewle bi Tirkiyê re hêj li hev nekirine û hevdîtinên her du aliyan wê dewam bikin.
Jeffrey: ji bo hemû dewletan talûkeya rêxistina terorî-DEAŞê dewam dike; Îdlib û Başûrê Firatê jî di nav de hêj li hin herêman Deaş heye.