Jeneratorên xwemalî bênavber dişixulin

Li bendava Kebanê bi 2 jeneratorên xwemalî ceryan tê peydekirin.

Jeneratorên xwemalî bênavber dişixulin

Li Bendava Kebana Elazigê 2 jeneratorên xwemalî ceryanê çêdikin. Endazyaran bi vê xebata xwemalî ji bendavê hilberîna cêryanê jî ji sedî 10 zêde kirin.

Endezyaran bi hewl û xîretê, jeneratorên xwemalî çêkirin.

Jeneratorên xwemalî niha li Bendava Kebanê bênavber dixebitin û ceryanê hildiberînin.

Bi vê xebata endezyaran bi jeneratorên xwemalî li gorî yên îthal ji sedî 10 zêdetir cêryan tê hilberîn.

Midûrê Santrala Kebanê ya Hidroelekrîkî Ethem Camci jî got ku maliyeta van jeneratoran nêzî 50 milyon lîre erzantir e.

Ethem Camci: Di 2 salên dawî de me xebat û plan dikirin ku em ê jeneratorên xwe yên xwemalî çawa çêbikin. Piştî xebateke bi 2 salan me jeneratorên xwe çêkir. Hevalên me jî hîn bûn. Ji bo welatê me projeyeke baş e. Em niha hewl didin ku hemû santralên xwe bi jeneratorên xwemalî bidin şixulandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE