Şemsetîn Erzenê 76 salî ku ji 12 saliya xwe û vir ve helbestan dinivîse 600 helbestên tirkî û dîwaneke bi kurdî weşandiye. Erzen helbestên nû nivîsandin û wek pirtûk dan çapkirin.
Di 12 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kir.
Heta 76 saliya xwe jî pirtûkeke ku ji 600 helbestên Tirkî pêk tê û dîwaneke bi Kurdî weşand.
Şemsetîn Erzenê Sêrtî ku bi eslê xwe nêviyê helbestvanê mezin ê Kurd Seyît Eliyê Findikî ye bi navê “Helbestên Şemsetîn Erzen” pirtûkeke nû da çapkirin.
Helbestên wî piranî li ser hezkirina Pêxember, li ser civaka Sêrtê û li ser kesayetên mezin e.
Her wiha sê helbestên wî yên derheqê eskertiyê de jî di kovara Fermandariya Hêzên Bejayî de hatine weşandin.