"Ji 17 kesên di çalakiyên li Bogazîçiyê da hatin binçavkirin 15 kes xwendekar nînin"

Çatakli diyar kir ji 17 kesên di çalakiyên li Bogazîçiyê da hatin binçavkirin 15 kes xwendekar nînin û hat tesbîtkirin hin kes bi MLKPyê ra jî îrtibata wan heye.

"Ji 17 kesên di çalakiyên li Bogazîçiyê da hatin binçavkirin 15 kes xwendekar nînin"

Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî û Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Îsmaîl Çatakli diyar kir ji 17 kesên di çalakiyên li Bogazîçiyê da hatin binçavkirin 15 kes xwendekar nînin û hat tesbîtkirin hin kes bi MLKPyê ra jî îrtibata wan heye.

Çatakli li Wezareta Karên Navxweyî di "Civîna Nirxandina Çapemeniyê ya Mehane" da axivî.

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Çatakli destnîşan kir ji ber têkoşîna dijî şewbê heta niha walîtî û qaymeqamtiyan 35 milyon û 265 hezar û 87 çavdêriyên resen kirine û 397 hezar û 694 îxbar û gilîdarî hatine kontrolkirin.

Çatakli diyar kir heta niha hatiye tesbîtkirin ji 8 milyon û 379 hezar û 749 kesên hildane îzolasyonê 139 hezar û 693 kes li gor rêgezan hereket nekirine.

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Çatakli destnîşan kir sala par 321 endamên rêxistina terorê teslim bûne û got ku ji endamên PKKyê jê 243 kes bi malbatên xwe ra axivîn û bi îqnakirinê ji çiyê hatin.

Çatakli diyar kir di operasyonên sala par da 9 jê di kategoriya sor da 104 terorîstên qaşo rêvebir hatin berterefkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Çatakli der barê çalakiyên li Zanîngeha Bogazîçiyê wiha got, "Em ji ber dirûşmên bêhed ku li Zanîngeha Bogazîçiyê di çalakiyeke protestoyê da dijî polêsên Tirk hat berzekirin zehf xemgîn bûn."

Çatakli got em qebûl nakin ku ji polêsên me ra bibêjin kujer û mimkûn nîne ku em li hember vê bêdeng bimînin.

Îsmaîl Çatakli diyar kir ji 17 kesên di çalakiyên li Bogazîçiyê da hatin binçavkirin 15 kes xwendekar nînin û hat tesbîtkirin hin kes bi MLKPyê ra jî îrtibata wan heye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE