Midûriyeta Giştî ya Daristanan (MGD) diyar kir ku di navbera 28ê tîrmehê û 6ê tebaxê da 208 şewatên daristanê derketin ji wan 196 heb hildan bin kontrolê.
Di peyama li ser hesabê Twitterê yê MGDyê da der barê rewşa dawîn şewatên daristanan da agahî hat dayîn û wiha hat gotin:
"Ji saet 09.45an pê va di navbera 28ê tîrmehê û 6ê tebaxê da li Tirkiyeyê 208 şewatên daristanê derketin, ekîb hatin seferberkirin û ji wan 196 heb hildan bin kontrolê."AA