Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca destnîşan kir li seranserê Tirkiyeyê ji 30 milyon dozî bêtir aşiya Kovîd-19ê hatiye lêxistin.
Koca di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê da destnîşan kir heta niha hejmara doza yekem û duyem ya aşiya Kovîd-19ê ya hatiye lêxistin ji 30 milyonî derbas bûye û got ku ji sê paran parekî zêdetir nifûsê me hatiye aşîkirin.
AA