Ji 4 şewatên li Tunceliyê derketibûn 3 heb hatin temirandin

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku li Buzlutepeya gundê di navbera Ovacix û Xozatê da û rojavayê Çemê Tanziyê yê li sînorê Xozatê hemû şewat hatin temirandin.

Ji 4 şewatên li Tunceliyê derketibûn 3 heb hatin temirandin

Li herêmên Xozat û Ovacixa navçeyên Tunceliyê agir bi puş ket. Hat ragihandin ku 3 şewat hatin temirandin û şewatek jî hê dewam dike.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku li Buzlutepeya gundê di navbera Ovacix û Xozatê da û rojavayê Çemê Tanziyê yê li sînorê Xozatê hemû şewat hatin temirandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku şewata li rojhilatê Çemê Tanziyê jî hildan bin kontrolê û xebatên sarkirinê hê dewam dikin. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Li jora Çemê Tanziyê yê li Xozatê ekîbên me bi wesayît û makîneyan midaxeleyî şewatê dikin."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ekîbên Midûriyeta Karûbarên Daristanê, Îdareya Taybet a Bajêr, cendirme û agirkujiyê li herêmê xebatên xwe didomînin, herêm xeternak e dibê welatî bêyî destûra qaymeqamtiyan nekevin herêmê.

Dîsa di daxuyaniyê da hat xwestin ku bira welatî guh nedin dezeformasyona li ser medyaya civakî.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE