Ji 5 bajarên Rojhilatê Anadoluyê re hişyariya berfê

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li 5 bajaran berf û baran wê bi hev ra bibare.

Ji 5 bajarên Rojhilatê Anadoluyê re hişyariya berfê

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li 5 bajaran berf û baran wê bi hev ra bibare.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê hewa wê ewrayî be û car caran jî wê pir ewrayî be.

Li Îdirê barana li Erzirom, Erzincan, Erdexan, Qers û Agiriyê jî heta şev baran û şilope bi hevra wê bibare, li cihên bilind jî berf wê bibare.

Germahî wê li gor demsalê be, herwiha ba jî wê ji aliyê başûr va nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da li Qers 1 pile, li Erdexanê sifir, li Erziromê 1, li Îdirê 2, li Agiriyê 3, li Erzincan û Tunceliyê jî 5 pile hat pîvan.

Herwiha tê texmînkirin nava rojê jî germahiya herî zêde li Tunceliyê 10, li Erzincanê 9, li Îdirê 6, li  li Qers û Erdexanê 5, li Agiriyê û Erziromê jî 4 pile be.

Dîroka nûkirinê: 03 Kanûn 2019, 17:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE