Ji 6 welatan li ser Lîbyayê daxuyaniya hevpar

Ji bo cudabûn û pevçûnên ku li Lîbyayê dewam dikin, demildest bi dawî bibin Amerîka, Îngiltere, Fransa, Îtalya, Misir û Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî bangewaziyeke hevpar kir...

Ji 6 welatan li ser Lîbyayê daxuyaniya hevpar

Ji bo cudabûn û pevçûnên ku li Lîbyayê dewam dikin, demildest bi dawî bibin Amerîka, Îngiltere, Fransa, Îtalya, Misir û Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî bangewaziyeke hevpar kir.

Di daxuyaniya hevpar a wezaretên karên derva yên Amerîka, Îngiltere, Fransa, Îtalya, Misir û Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî da hat destnîşankirin ku ew ji bo rewşa Lîbyayê bi fikar in.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Hikûmetên Amerîka, Îngiltere, Fransa, Îtalya, Misir û Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî ji bo dijmintiyên ku li Trablûsa herêma Lîbyayê dewam dikin, di fikareke kûr da ne, ji bo ku rageşî were kêmkirin û pevçûn bi dawî bibin bangewaziyê dikin û teşwîq dikin ku bi pêşengiya NYyê pêvajoya mizakereyê demildest dest pê bike."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku "Li Lîbyayê tu çareseriyeke eskerî çênabe.", bal hat kişandin ku di pevçûnên dawîn da qasî hezar û 100 kesan mirin û ji 100 hezarî zêdetir kes jî ji cî û warên xwe bûn.

Serokê hêzên eskerî yên li rojhilatê Lîbyayê General Xelîfe Hafter ji bo bidestxistina Trablusê 4ê nîsanê fermana êrîşê dabû û li ser vê yekê yekîneyên Hikûmeta Mitabaqata Neteweyî jî dest bi operasyona bersivdayînê ya bi navê "Burqan el-Xezebê" kiribûn.

Di navbera hêzên Xelîfe Hafter û hêzên Serokê Konseya Serokatiyê ya Hikûmeta Mitabaqata Neteweyî Fayiz es-Serrac da li derdora paytextê pevçûnên giran hene. 

Li Lîbyayê ji sala 2011an vir va di navbera Hikûmeta Mitabaqata Neteweyî û rêvebiriya Tobrukê da ku piştgiriyê dide hêzên Xelîfe Hafter, pirsgirêka meşrûbûnê heye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE