Nûnertiya Adıyamanê ya Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) bi navê "Tu na kî? Îro na kingê?" kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin û alavên hatin berhevkirin TIRan barkirin ku bişînin İdlibê.
Li ber otogara berê merasimek hat lidarxistin.
Serokê Komeleya ÎHHyê ya Adiyamanê Mahmut Îzcî li vir daxuyand ew ê 13 TIRên alîkarî tê da hene bişînin Îdliba bajarê Suriyeyê.
Îzcî got di hundirê TIRan da 2 hezar ton ar, 4 hezar betaniye, 50 ton komir û 50 hezar lître av heye.
Îzcî destnîşan kir ji bilî van TIRek tijî xwarin e û TIRek jî tijî kinc in.
Piştî axaftinê TIR bi diayan va şandin herêmê.
AA