Alîkarê Serokomar Fuat Oktay di peyama xwe ku bi minasebeta 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan weşand da wiha got, "Zarokên xoşewîst, em vê cejnê dernakevin derva, em coş û kêfxweşiya xwe ya sala 100emîn li mal derbas dikin. Bimînin di xweşiyê da bimînin di malê da."
Oktay di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da diyar kir ku ew sala 100emîn a damezirandina Meclisê û 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan bi hestên herî jidil pîroz dike.
Oktay, Xazî Mustafa Kemal Ataturk di serî da hemû qehremanên ku di Têkoşîna Neteweyî û damezirandina Meclisê da xwedî ked in, bi minet û sipasî bi bîr anî û wiha got, "Zarokên xoşewîst, em vê cejnê dernakevin derva, em coş û kêfxweşiya xwe ya sala 100emîn li mal derbas dikin. Bimînin di xweşiyê da bimînin di malê da."AA