Ji Alîkarê Wezîrê Karên Derva Kiran bo welatiyên Tirk ên li Ukraynayê agahdarî

Kiran ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyam da û ragihand ku hin welatan sepandinên li deriyên xwe yên sînor ji bo welatiyên Tirk ên ku wê ji Ukraynayê veqetin û werin Tirkiyeyê rojane kirin.

Ji Alîkarê Wezîrê Karên Derva Kiran bo welatiyên Tirk ên li Ukraynayê agahdarî

Alîkarê Wezîrê Karên Derva Yavuz Selîm Kiran bi welatiyên Tirk ên ji ber êrîşên Rûsyayê ku dixwazin ji Ukraynayê veqetin ra agahiya deverên dikarin tê da derbas bibin, parve kir.

Kiran ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyam da û ragihand ku hin welatan sepandinên li deriyên xwe yên sînor ji bo welatiyên Tirk ên ku wê ji Ukraynayê veqetin û werin Tirkiyeyê rojane kirin.

Di peyamê da hat gotin ku welatiyên Tirk ên ji Ukraynayê veqetin li deriyên sînor ên Polonya, Moldova û Slovakyayê bi pasaport û nasnameyên xwe wê bikaribin bê vîze derbas bibin û ber bi Tirkiyeyê va bên.

Welatiyên Tirk bi pasaport û bê vîze wê bikaribin ji Romanya, Macaristan û Bulgaristanê jî derbas bibin.

Bulgaristan, Macaristan, Moldova, Polonya, Romanya û Slovakya wê ji welatiyên Tirk ên ji Ukraynayê tên, sertîfîkaya testa PCRya Kovîd-19ê naxwazin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE