Ji Altun peyama "Xelata Ragihandinê ya Salê"

Altun ji ber "tevkarî da pêşxistina vizyona nû ya xebatên qada ragihandinê" "Xelata Ragihandinê ya Salê" sitand.

Ji Altun peyama "Xelata Ragihandinê ya Salê"

Di Xelatên Medyayê ya Anadoluyê ya 6an a Komeleya Weşangerên Anadoluyê da "Xelata Ragihandinê ya Salê" sa Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandina Serokomariyê. Altun got, "Ji hemû hevalên xwe yên bi şev û bi roj xebitîn û tevkariya wan di vê xelatê da hene ra sipas dikim."

Fahrattun Altun ji ber "tevkarî da pêşxistina vizyona nû ya xebatên qada ragihandinê" "Xelata Ragihandinê ya Salê" sitand.

Di merasima duh li Kuliyeya Serokomariyê hat lidarxistin da Altun xelata xwe ji destê Serokmar Recep Tayyîp Erdogan hilda. Altun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyam weşand û ji Komeleya Weşangerên Anadoluyê ra sipas kir.

Altun di daxuyaniya xwe da wiha got:

"Ez ji Komeleya Weşangerên Anadoluyê ya ji bo xebatên me yên qada ragihandinê xelat da me ra sipas dikim. Me xelat ji destê Serokomarê xwe hilda ev jî ji bo me rûmet e. Ji hemû hevalên xwe yên bi şev û bi roj xebitîn û tevkariya wan di vê xelatê da hene ra sipas dikim. Em ê bi hemû hevalên xwe ra bi îrade û vizyona Serokomarê xwe xebatên xwe bidomînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE